Serokê Herêma Kurdistane Cejna Noelê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistane Cejna Noelê pîroz kir

Peyama Kurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta Cejna Noelê ya cîhana Krîstîyan peyameke pîrozbahîyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanaî di peyama xwe de çanda pêkvejîyan, xweşbînî, hevhezkirin û nirxên bala ya Kurdistanê destnîşan kira û got:

"Bi taybetî ji Krîstîyan û bi giştî ji hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê re dibêjim ku Kurdistan niştimanê me hemûyan e."

Nêçîrvan Barzanî di berdewamîya peyama xwe de da zanîn ku hemû pêkhateyên ku gelê Kurdistanê pêk tînin, di tekoşina azadîyê de cih girtine û destnîşan kir ku piştî zor û zehmetî û qeyranan, ji bo ji nifşên dû me di siberojê de jiyaneke baştir bijîn ew ê xizmeta welat bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Bi munasebeta rojbûna Hz Îsa ez bi taybetî Krîstîyanên Kurdistanê û bi giştî yên Iraq û hemû cîhanê pîroz dikim. Hêvî dikim cejn û betlaneya we bi kêf û coş û şahî bimeşe. Cejna we pîroz be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin