PeyamaKurd – Serokwezîra nû ya Brîtanyayê Liz Truss di yekem gotara xwe ya serokwezîrtiyê de diyar kir, ew ligel hevpeymanên xwe, berevaniya azadî û demokrasiya cîhanê dikin.
Liz Trusse eşkere kir, eger li derveyî Brîtanyayê asayîş tunebe li mala me jî asayîş tune ye û got: “Niha dema wê yekê ye ku em kêşeyên bûne sedema rêgirtina li pêşveçûna Brîtanyayê, çareser bikin.”
Serokwezîra Brîtanyayê eşkere kir: “Pêwîstiya me bi avakirina rê, xanî, avahî û xizmetguzariyên zêdetir heye, pêwîstiya me bi veberhênan û pêkanîna derfetên kar ên zêdetur heye li hemû bajar û bajarokên vî welatî.”
Herwiha Liz Trussê destnîşan kir, divê lêçûnên li ser milên malbatan kêm bikin û got: “Ez dizanim hêsan nîne, lê belê em dikarin encam bidin, Brîtanya û hevpeymanên wê berevaniya azadî û demokrasiya hemû cîhanê dikin.”
Herî dawî Lizz Truss diyar kir: “Weke serokwezîr, sê karên min ên pêşîn hene, ez ê aboriya Brîtanyayê vejînim, li ser vê mijarê plana min heye, duyem; ez ê qeyrana enerjiyê çareser bikim, ku ji ber şerê Putin derketiye holê. Ez ê vê hefteyê pêngavên pratîk biavêjim ji bo misogerkirina pêwîstiyên enerjiyê ji bo siberojê. Ez bawer im ku xelkê Brîtanyayê dikarin bigihin bijîşk û xizmetguzariyên tendirustiyê yên pêwîst. Nabe em li ber tu astengiyekê çok deynin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin