PeyamaKurd – Hat ragihandin, parlementoya Bulgaristanê pakêta alîkariya çekan a ku tê plankirin di krîza Ukraynayê de ji Kîevê re bê çêkirin pejirand.
Di rûniştina girtî ya komîsyonên ewlekarî û parastinê yên li meclîsê de ewil lîsteya çekên ku ji Bulgaristanê ji bo Ukraynayê bên şandin hat nirxandin. Ji ber şert û mercên nepenîtiyê, cureyên çekan nehatin eşkerekirin, lê hat destnîşankirin, Ukraynayê moşekên S-300 û balafirên MiG yên tê xwestin tune ne.
Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclîsê Hristo Gacev got: "Em ê teknolojiyên ku wê esmanê bajarên Ukraynayê li dijî balafirên bêpîlot ên Rûsyayê biparêzin bişînin."
Serokê Partiya Ji nû ve zayînê ya populîst Kostadîn Kostadînov ku siyaseta Moskowê diparêze, israr kir ku Bulgarîstan ji NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin