PeyamaKurd - Hikûmeta Brazîlê, bi angaşta "belavkirina agahiyên derew" dike, platforma Xê asteng kir.
Li gorî agahiyên ku ji AFP'ê hatin girtin, platforma "X" a ku li Brezîlyayê (roja şemiyê) ji ber rola wê di "belavkirina agahiyên derew" de dest bi astengkirina wê kir, li gelek welatan jî bi taybet li welatên xwedî rejîmên otorîter hatiye qedexekirin.
Ev tora civakî ku bi awayekî demkî li gelek welatan hatiye qedexekirin, şiyana xwe ya belavkirina zanyariyên di derbarê xwepêşandanên siyasî û hilbijartinên serokatiyê yên 2011an ên li Misirê, yên 2014an ên li Tirkiyeyê û heta yên 2021ê yên li Ozbekîstanê hatine kirin de dûpat kiriye.
Weke tê zanî rejîma Çînê, platforma Xê (Bi navê wê yê wê demê Twitter) berî ku ew li cîhanê navdar be qedexe kir. Çîniyan ji Pûşpera 2009an ve, du roj beriya bîranîna 20emîn salvegera destpêkirina tekoşîna şoreşa Çînê, bikaranîna vê platformê rawestandibû û li şûna wê platformên, platformên xwe yên "Weibo" û "WeChat" bi berfirehî dabû bikaranîn.
Her wiha rejîma Îranê, piştî çalakiyên berfireh ên protestoyî yên li Îran û Rojhelatê Kurdistanê yên bi mebesta ragihandina encamên nakok ên hilbijartinên serokatiyê yên Pûşpera 2009an, bi heman angaştê platforma Twitterê qedexe kiribû û ev qedexe 15 salin didome.
Ji bilî van welatan, Rûsya, Koreya Bakur, Tirkmenistan, Miyanmar, Pakistan û Venezuellayê jî vê platformê qedexe kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin