Li Mahabadê çileya 3 sehîdan birêve çû

Li Mahabadê çileya 3 sehîdan birêve çû

PeyamaKurd – Li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo çileya şehîdên xwepêşandan merasîm hatin lidarxistin.

Îro 27ê Kanûnê roja Sêşemê tevî gelek bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li Mahabadê di çileya 3ê şehîdên bi navên “Azad Husênpûr, Kemal Ehmedpûr û Ehmed Gageşî” de, li ser tirba wan bi tevlîbûnên girseyî merasîm hatin lidarxistin.

Di merasîmên çileya şehîdan de, sirûdên şoreşgerî û diruşmên ‘Şehîd namirin!’ hatin qêrîn.

Herwiha li gorî dîmenên belav bûne, welatiyên Mahabadê li dijî xwefiroş û cehşan jî diruşmên xwe gotin û kerb û kîna xwe ji xayînan re nîşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di xwepêşandanên ji 16ê Îlona borî ve piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpê kirine heta niha, di encama êrîşên hêzên rejîma Îranê de zêdetirî 500 kes li seranserê Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin ku protestoyên dijî rejîmê di meha xwe ya sêyem de jî berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin