Biden: “Têkiliyên Amerîka û Almanya ji hesin e”

Biden: “Têkiliyên Amerîka û Almanya ji hesin e”

PeyamaKurd – Seredana serokwezîra Almanya Angela Merkel bo Amerîkayê bi peyaman destpêkir. Merkel ji Zankoya Johns Hopkinsê nişana fexrî ya doktorayê sietendiye û dema behsa têkiliyên Amerîkayê û Awrûpayê kir got ku têkiliyên her dû terefan zahf kûr e. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî got ku têkiliyên Amerîka û Awrûpaye ji hesin e.

Merkel, di seredana xwe ya fermî bo Amerîkayê de, berya bi Biden re hevdîtin bike, li Zankoya Johns Hopkinsê bo doktora fexrî layîq hat dîtin. Merkel li zankoyê di axaftina xwe de got ku divê li hemberê pirsgirêkên navdewletî Neteweyên Yekgirtî bê xwurtkirin û şiyanên wê bên zêdekirin.

Merkel her weha bo yekkirina her dû Almanyayan, bo desteka Amerîkayê sipas kir û got ku Almanya û Amerîka bi xwurtî bihev re girêdayîne.

Serokê Amerîkayê Biden, berya bi Merkel re hevdîtinê bike di ser hesabê xwe yê Twitterê de got ku têkiliyên Amerîkayê û Almanya ji hesine.

Biden got ku ew bi pêşwazîkirina Merkel gelkî kêfxweşe û dê li Koşka Sipî pêşwaziya Merkel bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin