PeyamaKurd- Li Amerîkayê McCain ku çend roj berê mir, wesiyeta xwe kiribû ku serokên berê yê Amerîkayê Barack Obama û George W. Bush di merasima cenaze wî de biaxifin. Lê serok Trump nehat dawetkirin bo merasima cenaze.
Ev daxwaza McCain ya li jor di wesiyetnameya wî de derbas dibe. Lê bi îhtîmaleka mezin wê cîgirê Trump Mike Pence tevli merasima cenaze bibe.
McCain heya li jiyanê bû Trumpî bi awayeka tund rexne dikir û navbera wî û Trump xweş nîn bû. Trump tenê di ser hesabê xwe yê Twitterê de bo malbata McCainî peyama taziyê weşand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin