Eren Keskîn bi merasîmekê 'Xelata Martin Ennalsi' distîne

Eren Keskîn bi merasîmekê 'Xelata Martin Ennalsi' distîne

PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, hêjayî xelata Martin Ennalsi ya 2019ê hat dîtin. Xelata Keskîn 9 Gulanê roja Pêncşemê li Enqereyê li Navenda Giştî ya İHDê tê pêşkêşkirin.

Endamê Lijneya Rêveberê Weqfa Martin Ennalsi, Dick Oosting, derbarê xelatkirina Eren Keskîn de got, “Eren Keskîn 30 sal in têkoşîna ji bo jinan di serî de ya LGBT+ û mafên gelê kurd dide.”

Eren Keskîn beriya niha jî çend xelatên wekî; Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Duristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005) wergirtibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin