Barzanî 122 saliya “Kurdistanê” û rojnamevanan pîroz kir

Barzanî 122 saliya “Kurdistanê” û rojnamevanan pîroz kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema salvegera 122 emîn destpêka rojanama “Kurdistanê” ku di Kurdistanê de rojnama yekeme, pîrozbahî li rojnamevanan û rojnama “Kurdistanê” kir. Naveroka peyama Mesrûr Barzanî weha ye:

“ Ez bi sedema 122 emîn salvegera derketina yekemîn hêjmara rojnameya “Kurdistan” ya rojnamegeriya Kurdî, germtirîn pîrozbahî li rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim. Her wiha 22 emîn salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî li rojnamevanên Herêma Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Barzanî di dewama peyama xwe de got kur ola rojnamevanên Kurdistanê di ragihandina koronavîrusê de bo welatiyan gelek zedeye û sipasiya dezge û saziyên medyayê yên Kurdistanê kir.

Barzanî bi taybetî sipasiya xwe bo bo wan kesên pêşeng û rewşenbîrên Kurdistanê kir ku di doza xelkê Kurdistanê de xizmetê kirine û xwe fîda kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin