PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê li navçeya Geverê polîsên narkotîkê di wexta kontrolê de bi seyê xwe ve, lêgerîna maddeyên hişbir kirin û di encamê de 204 kîlo û 200 gram eroyînê di kamyonetê de dîtin.
Operasyon li ser giliya ku wê eroyînê di ser Geverê de derbas bikin bo rojava hat kirin. Di operasyonê de ajotvanê kamyonetê hat girtin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Maddeyên hişbir ku di ser Geverê de derbasî rojava têkirin, ji aliyê Afxanistanê û Pakistanê de di ser Tirkiyê de derbasî Awrûpa dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin