PeyamaKurd- Li Endonezyayê erdhejeke bi şîddeta 7.5 çêbû. Di pey erdhejê re jî tsunamî rabû. Di encamê de 384 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li Endonezyayê li Girava Sulawesiyê erdhejeke bi şîddeta 7.5 çêbû. Li gorî agahiyan di encama erdhej û tsunamiyê de herî kêm 384 kesî jiyana xwe ji dest da. Li herêmê ceyran û înternet hatiye qutkirin û ji ber vê yekê jî agahiyên zelal nayên standin.
Li herêmê, komeke alîkariyê ya ku 400 kesî pêk tê, xebatên xwe didomîne. Hat ragihandin ku li Paluyê li Balafirgeha Mutiara SIS AL-Jufrieyê hinekî zerar çêbûye û ji ber vê yekê jî aliyê ku zerar nedîtiye ji bo alîkariyê wê were bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin