PeyamaKurd – Weşanxaneya Nûbiharê ya ku navenda wê li Stembolê ye û ji Adara 1992yan ve hem weşangeriya kurdî dike û hem jî bi heman navî kovarekê diweşîne, berhema Prof. Dr. Marûf Xeznedar a bi navê Dîroka Edebiyata Kurdî weşand ku ji 7 bergan pêk tê.
Weşanxaneye Nûbiharê bi sedema ku ev berhem weşandiye, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek daye, aniye zimên ku Ziya Avci ev berhem ji soranî bo kurmancî wergerandiye û Prof. Dr. Abdurrahman Adak jî ji bo wê pêşgotinek nivîsiye.
Prof. Dr. Abdurrahman Adak di pêşgotina xwe de ev tişt gotine:
“Di Mêjûy Edebî Kurdî de diyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendiya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku bibe namilkeyek cihekî zêde hatiye terxankirin. Di berhemê de, li gor qewareyê, bi rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin. Ji aliyê edebiyata Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada edebiyata Soranî de ye.
Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmanciya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema Marûf Xeznedar ya ku bi destê Ziya Avci hatiye Kurmancîzekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin