Amerîkayê Baregeha Şedadiyê ya li Hesekê radestî hêzên Şamê kir

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê Baregeha Şedadiyê ya li Hesekê radestî hêzên Şamê kir

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand ku, wan bi hevahengiya Amerîkayê baregeha leşkerî ya Şedadiyê kontrol kiriye.

Hate diyarkirin ku hêzên wan bingeha leşkerî ya Şedadiyê ya li sînorê parêzgeha Hesekeyê ji Amerîkayê wergirtiye.

Hate gotin, wergirtina wê baregehê piştî hevahengiyeke hevpar bi aliyê Amerîkayî re tê, ku ev yek jî wekî pêngaveke nû di guhertinên deverê de tê hesibandin.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayî ji Tenefê û veguhestina wan a nav sînorê Urdinê, baregeha Tenefê ya Amerîkayê jî ketibû kontrola hêzên Şamê.

Hatibû diyarkirin ku artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser tevahiya sînorê welatê xwe bi Urdin û Iraqê re li biyabana Tenefê belav bûye.