Mazlûm Ebdî li Munchenê bi Fuad Husên re civiya

Dîroka Weşanê :
Mazlûm Ebdî li Munchenê bi Fuad Husên re civiya

PeyamaKurd – Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Seroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyan.

Di civînê de pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, pêşeroja pêvajoya siyasî û girîngiya parastina destkeftiyên li Rojava hatin nîqaşkirin. Aliyan li ser şerê li dijî DAIŞê û avakirina aramiya mayînde li herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Çareseriya siyasî û rewşa herêmên Kurdî

Di civînê de herwiha tekez li ser neçarbûna çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyeyê hat kirin. Hate diyarkirin ku, li ser bingeha parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, divê mafên hemî pêkhateyên civakî di çarçoveyek demokratîk de werin misogerkirin.

Mijareke din a girîng a civînê parastina avahî û statuya bêhempa ya herêmên Kurdî bû. Mazlûm Ebdî û Fuad Husên girîngiya diyalogê di parastina hevsengiya herêmî û çareserkirina krîzê de destnîşan kirin.