PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Enqerê bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî re civiya.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Fîdan li paytextê bi Ebasî re hevdîtinek pêk anî.
Hefteya borî ji ber gotinên Wezîr Fîdan ên derbarê Iraqê de, di navbera Tirkiye û Iraqê de aloziyeke dîplomatîk derket holê.
Hakan Fîdan çi got?
Aloziya dîplomatîk a di navbera Bexda û Enqerê de piştî daxuyaniyên Hakan Fîdan di hevpeyvîneke televîzyonê ya 9ê Sibatê de dest pê kir. Fîdan got, "Piştî ku Sûriye temam bibe, niha dora Iraqê ye ku biryarên pêwîst derbarê PKKê de bide."
Fîdan herwiha diyar kir ku ji bo bidawîkirina rewşa li Şingalê tenê operasyoneke du-sê rojî pêwîst e, Heşda Şebî li erdê û Tirkiye li hewayê ye û got, "Di pêşerojeke nêzîk de li herêmê (Şengal, Mexmûr û Qendîl) wê guhertin çêbibin."
Ev daxuyanî li Bexdayê bi hêrs û nerazîbûnê hatin pêşwazîkirin û Wezareta Derve ya Iraqê di 11ê Sibatê de balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê gazî kir da ku noteyeke nerazîbûnê bide. Aliyê Iraqî gotinên Hakan Fîdan wekî "binpêkirina kevneşopiyên dîplomatîk" û "destwerdana di karûbarên navxweyî de" bi nav kir.