PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya Jinên Duhokê Kûpaya Futbolê ya Jinên Iraqê ya Mini qezenc kir bi serketina li hember El-Bedr di maça dawî de.
Maça dawî ya turnuvaya Kûpaya Futbolê ya Iraqê ya Mini li Duhok hate lidarxistin. Piştî lîstikek 90 deqîqeyî bê gol, maç çû penaltiyan.
Di encamê de, keçên ji Duhok Kûpaya Iraqê qezenc kirin.
Tîma Futbolê ya Jinên Duhok wê di pêşerojê de Herêma Kurdistanê di turnuvayek navneteweyî de temsîl bike.