PeyamaKurd – Cîgira Serokê Rêveberiya Xweser Mizgîn Xelîl diyar kir ku bajarê Kobaniyê di bin dorpêçeke giran de ye û rewşa mirovî xirabtir dibe.
Mizgîn Xelîl di hevpeyvîna xwe de bi K24 re bal kişand ser rewşa dawî ya li Kobaniyê û bandora dorpêçê li ser jiyana welatiyên wê.
Xelîl îdiayên rayedarên Şamê yên ku dibêjin "li Kobaniyê dorpêç tune ye" red kir, û diyar kir ku Kobanî di bin dorpêçeke giran de ye û rewşa mirovî xirabtir dibe.
Mizgîn Xelîl hişyarî da ku sektora tenduristiyê li Kobaniyê xirabtir dibe û dermanên bingehîn li nexweşxane û dermanxaneyan xilas dibin û destnîşan kir ku jiyana nexweşan ji ber girtina rêyan û dorpêçê di xetereyê de ye.
Di derbarê alîkariya mirovî de, Mizgîn Xelîl diyar kir ku Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), OCHA û UNICEF hewl didin ku alîkariyê bînin herêmê, lê ev hewldan ji bo pêkanîna hewcedariyên mezin ên bajêr têrê nakin.
Xelîl behsa danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de kir û destnîşan kir ku di encama danûstandinên li Helebê de hin gavên erênî hatine avêtin.
Mizgîn Xelîl herwiha hêviya xwe anî ziman ku peymanên di navbera aliyan de bi serkeftî werin bicîhanîn, xelkê Kobaniyê ji rewşa xwe ya dijwar rizgar bibin û aramiya herêmî pêk were.