PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê (MSC) de ji DWa Almanyayê re axivî û hûrgiliyên nexşerêya nû ya leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê par ve kirin.
Ebdî diyar kir ku li gorî peymana bi Şamê re, HSD dê neyê hilweşandin lê bi awayekî organîze, "bi çar tûgayan" û di bin fermandariya xwe de, dê tev li Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bibe.
Ev daxuyaniya Ebdî dawî li nîqaşên "tevlibûna takekesî yan komî" tîne ku ev demek dirêj bû di navbera aliyan de dibû sedema nakokiyan.
Ebdî bal kişand ser peywendiya krîtîk a di navbera "pêvajoya çareseriyê" ya li Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê de. Wî destnîşan kir ku di helwêsta Enqerê de guhertineke "bisînor lê erênî" dibînin û banga diyalogê dubare kir.
Her wiha, Ebdî behsa rola Abdullah Ocalan di peymanên bi Şamê re kir û daxwaza xwe ya ji bo çûna Îmraliyê û dîtina Ocalan nû kir, bi şertê ku hikûmeta Tirkiyeyê rê bide.
Dema ku li ser modela xweseriyê hat pirsîn, Mezlûm Ebdî ezmûna Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) wekî mînakeke serkeftî bi nav kir û got:
Bê guman em ê ji bo herêmên Sûriyeyê ji vê modelê sûd werbigirin."
Ebdî her wiha hevdîtina xwe ya sêalî ya li gel Marco Rubio û Esed Şeibanî wekî gaveke giring ji bo misogerkirina nasname û mafên Kurdan nirxand, lê diyar kir ku hûrgiliyên teknîkî wê di danûstandinên li Şamê de werin zelalkirin.