Araqçî beriya civîna Cenevreyê hişyarî da: Teslîmbûna di bin gefan de nayê qebûlkirin

Dîroka Weşanê :
Araqçî beriya civîna Cenevreyê hişyarî da: Teslîmbûna di bin gefan de nayê qebûlkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî, beriya destpêka gera duyem a danûstandinên nukleerî yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, peyameke tund ji Washingtonê re şand.

Araqçî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Tehran bi pêşniyarên "rastîn û dadperwer" diçe ser maseyê, lê tekez kir ku "teslîmbûna di bin gefê de" nayê qebûlkirin. Ev daxuyaniya Araqçî wekî bersivekê ji bo zextên rêveberiya Trump û amadekariyên leşkerî yên Amerîkayê tê nirxandin.

Araqçiyê ku bi şandeyeke bilind ber bi Swîsreyê ve bi rê ket, beriya rûniştina li gel şanda Amerîkî, dê bi Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî û Wezîrê Derve yê Omanê re bicive.

Tê payîn ku gera nû ya danûstandinan sibê roja Sêşemê bi mazûvaniya Swîsreyê û navbeynkariya aktîf a Omanê dest pê bike. Ji aliyê Amerîkayê ve jî navên giring ên wekî Steve Witkoff û Jared Kushner dê beşdarî vê gerê bibin, ku ev yek nîşana giringiya civînê ye ji bo rêveberiya Trump.

Ev gera danûstandinan piştî heyameke pir bi aloz pêk tê. Piştî êrîşên Îsraîlê yên meha Hezîranê û operasyonên Amerîkayê yên li dijî hin tesîsên nukleerî, têkiliyên her du dewletan gihîştibûn xala qutbûnê. Civîna Cenevreyê ya ku piştî gera yekem a li Muscatê tê lidarxistin, wekî "hewldana dawî ya dîplomasiyê" tê dîtin.

Li gorî pisporan, mijarên sereke yên li ser maseyê rakirina dorpêçên aborî û sînordarkirina çalakiya nukleerî ya Îranê ne.