PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, General Bextiyar Mihemed, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê, hûrgiliyên nû derbarê pêşeroja Hêzên Pêşmerge û piştgiriya navneteweyî eşkere kirin.
General Mihemed destnîşan kir ku alîkariyên mûçe û piştgiriya leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê, dê heta dawiya sala 2026an bê navber berdewam bike.
Piştî vê demê, dê li gorî peymanên stratejîk ên nû yên di navbera Washington û Bexdayê de biryarên nû werin girtin.
Yek ji xalên herî giring ên daxuyaniya General Bextiyar, pêvajoya yekkirina hêzên 70 (YNK) û 80 (PDK) bû. Wî diyar kir ku di navbera Serokatiya Herêmê, Hikûmet û wezaretê de lihevkirineke tam heye û ew armanc dikin ku heta 1ê Adara 2026an vê pêvajoyê bigihînin encameke berbiçav.
Di çarçoveya vê reformê de, avakirina 11 firqeyên piyade û du fermandariyên herêmî di rojevê de ye.
Ev gava Wezareta Pêşmerge wekî bersivekê ji bo daxwazên Hevpeymaniya Navneteweyî tê dîtin ku her tim daxwaza artêşekî nîştimanî û yekgirtî ji Herêma Kurdistanê dikin. Bi serketina vê pêvajoyê, tê payîn ku sazûmaniya leşkerî ya Kurdistanê bikeve qonaxeke nû û profesyonel.