Şandeya NYyê li Kobaniyê ye: Ji bo alîkariya mirovî qonaxeke nû dest pê dike

Dîroka Weşanê :
Şandeya NYyê li Kobaniyê ye: Ji bo alîkariya mirovî qonaxeke nû dest pê dike

PeyamaKurd – Îro 16ê Sibata 2026an, şandeyeke ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) gihîşt bajarê Kobaniyê.

Berpirsê Rêveberiya Xweser, Ferhan Hac Îsa, ji bo Rûdawê ragihand ku ev serdan bi armanca lêkolînkirina rewşa mirovî, tenduristî û jêrxaneya bajêr pêk hatiye.

Di civîna nûnerên NYyê û saziyên peywendîdar ên Kobaniyê de, bi hûrgilî li ser krîza avê, enerjî, tenduristî û kêşeyên aborî hat rawestandin. Mijara herî krîtîk a civînê rewşa hezaran koçberan bû ku li Kobaniyê bi cih bûne. Şandeya NY agahiyên berfireh li ser hejmara penaberan û deverên ku lê dimînin wergirtin da ku planên alîkariyê amade bikin.

Yek ji encamên herî giring ên vê serdanê, biryara NYyê ya ji bo "peywendiya rasterast" bû. Ferhan Hac Îsa diyar kir ku ji niha û pê ve şandeya NYyê dê rasterast bi rêveberiya Kobaniyê re di nav têkiliyê de be da ku bi lez bersivê bidin pêdiviyên bajêr. Ev gav wekî nîşaneyeke giring a naskirina pêdiviyên herêmê ji aliyê saziyên navneteweyî ve tê dîtin.

Şandeya OCHAyê tekez kir ku ew ê bi her awayî hewl bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî yên li Kobaniyê gavan bavêjin û raporên xwe bigihînin navendên biryardayînê.