Dana Ehmed Mecîd bû Berpirsê Giştî yê Tevgera Goranê

Dîroka Weşanê :
Dana Ehmed Mecîd bû Berpirsê Giştî yê Tevgera Goranê

PeyamaKurd- Konferansa Tevgera Goranê îro 16ê Sibatê li Kerkûkê hate lidarxistin û Dana Ehmed Mecîd wekî Berpirsê Giştî Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.

Berdevkê Tevgera Goranê Dilêr Ebdulxaliq di civîneke rojnamevanî de ragihand tu serkeftina konferansa Goranê ne tenê pêngava partiyeke siyasî ya reformxwaz a neteweyî ya sivîl e, lê serkeftina Kerkûkê ye jî.

Dilêr Ebdulxaliq herwesa got: Dana Ehmed Mecîd wekî Berpirsê Giştî yê Rêkxistinê yê Tevgera Goranê hat hilbijartin. Herwesa encûmeneka 55 endamên herdemî û pênc endamên yedek jî hat hilbijartin. Amaje jî da: Destûra rêxistinî ya Tevgera Goranê ji bo qonaxa bê ya xebata rêxistinî hat hilbijartin û Komîsyona Hilbijartinan jî hemî rêkarên ku ji me re hatine danan bi cih anîn.

Ebdulxaliq eşkere kir: “Ev zêdetir ji salekê bû ku me pirsgirêkên rêxistinî, qanûnî û siyasî hebûn. Ev pêngav girîng e ji ber ku ew astengî nehêlan. Herwesa got: Ev ne tenê serkeftina Berpirsê Rêkxistinê yê nû yê Tevgera Goranê û vê encûmenê ye, belkî serkeftina hemî wan endaman e yên ku ji hemî deverên Kurdistanê hatine û tevlî wê bûne, herwiha serkeftina hemî wan dengderan e jî yên ku li sala 2009ê dengê xwe daye.”

Berdevkê Tevgera Goranê herwesa got: “Mixabin, hejmareke hevalên me hola konferansê terikand. Em serkeftina vê konferansê wekî serkeftina wan jî dibînin. Tevgera Goranê ya hemî xelkî ye. Herwiha serkeftina konferansa Tevgera Goranê li Kerkûkê serkeftina stratejiya neteweyî ya Kurdistanê ye. Vegera ji bo Kerkûkê tê wê manayê ku Kerkûk pareke venqetiyayî ya axa Kurdistanê ya pîroz e.”

Dilêr Ebdulxaliq herwesa got: “Em dê bi hemî partîyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê re rûpeleka nû vekin, herwiha em dê bi nerîneke nû bixebitin û em dê milên xwe bidin ber vê berpirsiyarîtiyê.”