PeyamaKurd- Hevseroka Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed hûrgiliyên pêvajoya tevlihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê û rêvebiriya Şamê re eşkere kir û behsa civîna wan a hevpar bi aliyên Amerîkayî û Hikûmeta Sûriyeyê re kir.
Îlham Ehmed civîna hevpar a di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re wekî civîneke berhemdar nirxand.
Ehmed diyar kir, di hevdîtinan de pêvajoya tevlîhevkirina hêzan hat nîqaşkirin û Amerîkayê tekez kir ku ew çavdêriya wê pêvajoyê dike û amadebûna xwe ji bo çareserkirina her pirsgirêkeke ku derkeve holê nîşan da. Herwiha derketina şandên HSD û Hikûmeta Sûriyeyê bi yek şandê jî ji civaka navneteweyî re peyameke xurt a yekîtiyê bûye.
Li ser mekanîzma tevlîhevkirina hêzan de Ehmed ragihand ku, pêvajoya entengrasyonê hatiye destpêkirin û niha hêz ji qadên şer vekişiyane û li xalên diyarkirî binecih bûne. Herwiha lihevkirin çêbûye ku hêzên HSDê wekî sê firqeyan li parêzgeha Hesekeyê û lîwayek li Kobaniyê di çarçoveya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de bên rêkxistin û nav û zanyarên endamên wê hêzê li hev tên guhertin û dibin parek ji menzûma berevaniyê ya Sûriyeyê.
Îlham Ehmed îtîraf kir ku di wê peymanê de peyva Rêveberiya Xweser tune ye, lê tekez jî kir ku dezgehên xizmetkariyan nayên hilweşandin, belkî dê tevlî dezgehên dewletê bibin, bi awayekî ku nenavendîbûnê biparêze û li ser xizmetkirina şêniyên deverê berdewam bin.
Li ser hebûna rêber û çekdarên PKKê di nav refên HSDê de û şertên derketina wan de jî ragihand ku, di vî warî de pêngavên kiryarkî û girîng hatine avêtin û ew bi aliyên peywendîdar re li ser vê mijarê dixebitin. Amaje jî da ku, vê mijarê têkiliyek bi pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê re jî heye, lê tekez kir ku ew pabendî wê yekê ne ku nabe ti hincetekê bi ti aliyekî bê dayîn ku wê peymanê têk bide.
Îlham Ehmed haydarî li ser hebûna gotareka kerb û kînê jî da ku bizavê dike di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de pirsgirêkan çê bike û eşîran teşwîq bike. Wê bang li pêkhateya Ereb kir ku nebin sotemeniya şerekî ku ne di berjewendiyên wan de ye, ji ber ku hin aliyên herêmî û medyayên diyarkirî ji bo vê têkdanê pereyan xerc dikin.
Îlham Ehmed bang li Hikûmeta Sûriyeyê jî kir ku, wekî pêngaveka çêkirina baweriyê, tavilê dorpêça li ser bajarê Kobaniyê rake, ji ber ku ev ji bo gelê Kurd mijareka hestyar e. Amaje jî da ku, nîqaşên li ser mijara perwerdehiyê hîn jî berdewam in û biryar e civînên taybet li ser bên lidarxistin da ku çarenivîsa xwendekaran bê yekalîkirin; herwesa destnîşankirina parêzgarekê nû ji bo Hesekeyê wekî pêngaveke erênî nirxand.
Îlham Ehmed li ser wergirtina postên fermî jî piştrast kir ku, postên bilind wekî Alîkarê Wezîrê Berevaniyê ji Mezlûm Ebdî re hatine pêşniyar kirin, lê wî biryar daye ku di hikûmeta Sûriyeyê de tu posteke fermî wernegire. Di derheqe xwe de jî red kir ku eşkere bike ka gelo ji wê re post hatine pêşniyarkirin an na.
Îlham Ehmed ragihand ku, tevî guhertinan, têkiliyên wan bi Amerîkayê re baş û berdewam in, lê awayê wê têkiliyê ji hevpariya leşkerî bo çavdêrîkirina pêvajoya aştiyê û bicihanîna wê peymanê tê guhertin. Dawiyê jî Ehmed destnîşan kir, ew dê wekî beşeke dewleta Sûriyeyê tevlî nivîsandina destûra nû û komîteya destûrê bibin.