Di galeriya madenê de roxandin çêbû û 2 karker jiyana xwe ji dest dan

Dîroka Weşanê :
Di galeriya madenê de roxandin çêbû û 2 karker jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Zonguldakê di ocaxa madenê de hilweşandin çêbû û di encamê de 2 karker can dan. Karkerekî jî bi birîndarî rizgar kirin.

Hilweşandina di ocaxa madenê de li jîngeha Gelikê li devera Dağbaca qewimî. Di ocaxa aîdê Hüseyin Bektaş de karkerê birîndar yên bi saxî derxistine İsmet Kabuk e û di encama xebata tîmên tehliyê û cendirmeyan de rizgar bûye. Kabuk birin nexweşxana dewletê ya Atatürk.

Di encama dewama xebatê de, tîm hewl dan ku her dû karkerên din rizgar bikin lê tenê karibûn cesedên wan yên Veysel Oruçoğlu (46) û Ziya Kiret (60) ji binê erdê derxin.

Wezîrê dadê Akın Gürlek ragihand ku serdozgeriya Zonguldakê li ser rûdanê lêpirsînê daye destpêkirin.