Fermandarên Brîtanya û Almanya: Îhtîmala şerê bi Rûsya re zêdetir bû

Dîroka Weşanê :
Fermandarên Brîtanya û Almanya: Îhtîmala şerê bi Rûsya re zêdetir bû

PeyamaKurd – Serokerkanê Almanya Carsten Breuer û serokerkanê Brîtanyayê Richard Knighton ragihandin ku Rûsya di pêvajoya şer de, ji şer dersan derdixe, xwe ji nûh de çekdar dike û ev jî îhtîmala şerê li Ewrûpayê bilind dike.

Serokerkanê Almanya Carsten Breuer û yê Brîtanya Richard Knighton nameyekî hevpar nivîsandin û di rojnamên Guardian û Die Welt de weşandin.

Breuer û Knighton, di namê de gotin ku Rûsya hêzên xwe di rewşekî ku talûka şer zêdetir bike, ji nûh de organîze dike. Di name de hat gotin:

“Hêzên artêşa Rûsyayê xwe ji nûh de çekdar dike, ji şerê li Ûkraynayê ders derdixe û talûka şerê bi welatên NATO re, bi awayekî ku zêde bike, organize dike. Eger Rûsya di seha leşkerî de xwurt bibe, weka çawa li Ûkraynayê hat dîtin, li ser axa me, bi talûka destpêka şerekî de eger bibe yek, talûkekî çêdike ku divê mirov gelek bihezir tevbigere.”

Fermandar ragihandin ku divê Ewrûpa bi sedema tehdîda Rûsya ya li ser Ewrûpayê, di siyaseta xwe ya ewlehiyê de bilez guherînan bike û di dahata netewî ya welatên endamên NATO de, parekî zêdetir bo bergiriyê veqetîne.

Di name de hat gotin ku xweçekdarkirin, ne hewldana şere, kiryarekî bo parastina aştiyê û xelkê ye û ger mirov xwurt be, dijmin jî hesabê mirov dike lê ger mirov qels be, mirov dijmin dawetî ser axa xwe dike.

Fermandar, her weha gotin ku ji bo amadekariyekî baş ya leşkerî, pêdiviya Ewrûpayê bi sanayiya bergiriyê heye.