PeyamaKurd – Wezareta berevaniya Tirkiyê li ser desteka lojîstîk ya ji bo leşkerên Tirkiyê yên li Somaliyê dimînin, dîmenên sewqiyata leşkerî bo hêzên xwe û artêşa Somaliyê dikin, belav kir.
Wezaretê ragihand bo destekê bidin hêzên Tirkiyê yên li Somaliyê, destekên bexşê û lojîstîk di rêya deryayê de dişînin. Keştiyên bi navên TCG Sancaktar, TCG Gökova û TCG Bafra yên Tirkiyê, li Kendava Adenê û Derya Ereb de wezîfe dikin.
Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku keştiya sondajê ya bi navê Çağrı, do derketiya rê da ava deryayê ya Somaliyê de dest bi xebatên xwe bike û hêzên Tirkiyê yên li Somaliyê wê destekê bidin bo parastina keştiya Çağrı ya Tirkiyê.
Di nava çekên şadin Somaliyê de, alavên zirxî, tankên M-48, navendên kontrola fermandariyê, boluka amfibi ya piyadên deryayê hene.
Tirkiye, di demên dawiyê de 3 heb balafirên F-16, helîkopterên êrîşê yên Atak, sîstemên bergiriya hewayî û İHA şandibû herêmê.