Ereba muhîmmatên vala barkirî teqiya: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Ereba muhîmmatên vala barkirî teqiya: 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Başûrê Sûriyê li bajarê Suweydayê ereba ku muhîmmat barkirîbû teqiya, tê de 2 kes mirin û hat gotin ku gelek kes birîndar bûne.

Li gor ragihandina televizyona dewleta Sûriyê ya El-Exbariye; teqîn li Suweydayê li navça El-Qureyyayê li devera leşkerî ku dema muhîmmatên vala dane hev, ereba ku muhîmmat tê de bûne, teqiyaye,

Di encamê de du xortên 19 û 15 salî yên di erebê de bûne can dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku teqîn nêzî Tirba Sultan Paşa el-Etraş çêbûye û kesên di erebê de, nizanibûne ku muhîmmatên dane hev hêj neteqiyane û dizanibûne ku valane û lewra bi xwe re dibirin bajêr.