Dozgerê ku dadgera jin birîndar kir, jê re 42 sal ceza dixwazin

Dîroka Weşanê :
Dozgerê ku dadgera jin birîndar kir, jê re 42 sal ceza dixwazin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê di edliya herêmê de dozgerê ku wezîfe dikir yê bi navê M.Ç.K. bi sîlihê li dadgera jin ya bi navê A.K. di edliyê de birîndar kiribû. Niha di îddîanama serdozgeriya Îstenbolê ya ku amade kir de, ji dozgerê êrîşker re ji 20 sal û 2 mehan heya 42 sal û 3 mehan ceza dixwazin.

Li gor îddîanama serdozgeriyê ku nûh temam kiriye, di sala 2023an de di navbera dadgera jin û dozgerê mêr de hezkirinekî evînî destpêkiriye lê piştî demekî ji hev veqetiyane.

Dozger tevî ku ciyê wezîfa xwe, ji ciyê ya dadger guhertiye jî, gelek caran çûye oda dadgerê, bi telefonê lê geriyaye, peyaman jê re şandiye, wêneyên bi çek jê re şandiye û tehdîd kiriye.

Dozger di gelek rêyên din de jina dadger aciz kiriye û ev hemî di dosya îddîaname dê cîh digrin.