PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Balıkesirê li navça Ayvalıkê li peravên belda Sarımsaklı, cesedê jinekî hat dîtin. Tîmên tenduristiyê û polîs di kontrolê de dîtin ku jinik can daye. Dibe ku cesed yê jinekî koçber be ku xwestiye derbasî girava Midilliyê bibe û ji wê derê here Ewrûpayê.
Hat ragihandin ku cesed ji nav avê derketiye qerexê behrê û heya niha nasnama wê nehatiye tesbîtkirin. Cesedê jinê birin morga nexweşxana dewletê ya navça Avalıkê.