11 malbatên DAIŞê yên Awistralyayî dîsa vegeriyan Kampa Rojê

Dîroka Weşanê :
11 malbatên DAIŞê yên Awistralyayî dîsa vegeriyan Kampa Rojê

PeyamaKurd- Vegerandina 11 Malbatên DAIŞî yên Awistralyayî ji ber astengiyên teknîkî bi paş ket.

Hate ragihandin ku îro 16ê Sibatê 11 malbatên DAIŞê yên bi regez Awistralyayî, ku ji 34 kesan pêk dihatin, bi mebesta vegerandina bo welatê wan ji Kampa Roj hatin derxistin, lê ji ber pirsgirêkên hemahengiyê neçar man dîsa vegerin kampê.

Her çend şandina van malbatan li ser bingeha belgeyên fermî û lihevkirina di navbera rêveberiya kampê û malbatan de hatibe plankirin jî, ji ber kêmasiyên teknîkî û îdarî yên di navbera aliyê Awistralyayî, malbatên wan û hikumeta demkî de prose nîvco ma.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, aliyên peywendîdar niha li ser çareserkirina van astengiyan dixebitin da ku di demeke nêz de plana şandina van malbatan ji nû ve bixin dewrê.