Ji Îranê beriya hevdîtina ligel Amerîkayê tetbîqata leşkerî

Dîroka Weşanê :
Ji Îranê beriya hevdîtina ligel Amerîkayê tetbîqata leşkerî

PeyamaKurd- Pasavanên Şoreşê yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê beriya hevdîtina bi Amerîka ya li Cenevreyê li Tengava Hurmizê tetbîqateke leşkerî pêk anî.

Televîzyona dewletê ya Îranê ti agahî li ser dema tetbîqatê neda, lê ragihand ku li Tengava Hurmizê tetbîqat hatiye encamdan.

Hate diyarkirin ku ew tetbîqat li dijî "gefên ewlehî û leşkerî yên muhtemel" hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye, Îran beriya niha jî ji bo girtina Tengava Hurmizê ku nêzîkî ji sedî 20 ji hilberîna petrolê ya cîhanê tê derbaskirin û xwedî ciheke stratejîk e gefa girtina wê dabû.