Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li ser avakirina hikûmeta nû civiyan

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî li ser avakirina hikûmeta nû civiyan

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna kabîneya dehemîn a Herêma Kurdistanê de,  Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî civiyan.

Li gorî nûçeya Rûdawê tê çaverêkirin ku sibe an dusibe polîtburoyên her du partiyan ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina hikûmetê bicivin.

Li gorî agahiyan, piştî civîna polîtburoyên PDK û YNKê, tê payîn ku careke din Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî jî bicivin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 11ê Sibatê jî Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Pîrmamê civiyabûn û li ser namzedê serokkomariya Iraqê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kiribûn.