Di platforma Xê de li seranserê Cîhanê pirsgirêk heye

Dîroka Weşanê :
Di platforma Xê de li seranserê Cîhanê pirsgirêk heye

PeyamaKurd- Platforma medyaya civakî X (navê wê yê berê Twitter), ku xwediyê wê mîlyarderê Amerîkî Elon Musk e, bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ye.

Li gorî daneyên malpera Downdetectorê ku qutbûnên xizmetguzariyên înternetê dişopîne, pirsgirêkên gihîştina Xê îro derdora saet 16.00an de dest pê kirine.

Bikarhênerên medyaya civakî ji gelek welatên cuda ragihandin ku ew nikarin têkevin hesabên xwe an jî weşana nûçeyan (feed) nayê nûkirin. Li ser platformên din ên alternatîf, bikarhêner giliyên xwe derbarê vê mijarê de tînin ziman.