Kovara Time Diyarbekir ji Lîsteya Sor a deverên metirsîdar derxist

Dîroka Weşanê :
Kovara Time Diyarbekir ji Lîsteya Sor a deverên metirsîdar derxist

PeyamaKurd- Kovara Time a navdar bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ji Lîsteya Sor a cihên metirsîdar û bê ewle derxist. Kovarê piştî 40 salan ev lîste nûjen kir û Diyarbekir wekî yek ji "100 cihên geştiyariyê yên herî xweşik ên cîhanê" bi nav kir.

Heta niha ji ber rewşa ewlehiyê welatên Ewropayê welatiyên xwe hişyar dikirin ku serdana Diyarbekirê nekin û ew wekî devereke qedexekirî hatibû nîşandan.

Serokê Encûmena Geştiyariyê û Pêşxistinê ya Diyarbekirê ragihand ku, ew bajar li ser asta navneteweyî ji "devera metirsîdar" hatiye derxistin û da zanîn, piştî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û pêşketinên erênî li Sûriyeyê, ew bajar êdî wekî devereke metirsîdar nayê hesibandin.

Gelek şîrketên geştiyariyê yên Ewropayî beriya niha geştiyarên ku dixwestin serdana Diyarbekirê bikin haydar dikirin ku, ew ji ber destnîşankirina wî bajarî wekî devereke metirsîdar nikarin bîmeya geştkirinê bidin wan.

Ev yek jî bû sedem ku gelek geştiyarên biyanî planên xwe hilweşînin, lê niha bîmeya geştkirinê ji bo geştiyaran dikare bê misogerkirin.

Li gorî amaran di sala 2024an de nêzîkî 1.2 mîlyon geştiyaran serdana Diyarbekirê kiriye ku sala 2025an jî ew hejmar gihîştibû 1.6 mîlyon geştiyaran.