Rêkeftina HSD-Şamê tê bicihkirin: 500 malbatên Efrînî vedigerin

Dîroka Weşanê :
Rêkeftina HSD-Şamê tê bicihkirin: 500 malbatên Efrînî vedigerin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gorî rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, pêvajoya vegera bi ewle ya koçberên Efrînê dest pê dike. Di qonaxa yekem de, nêzî 500 malbat dê derbasî navçeyên xwe bibin.

Bi beşdariya Kombenda Efrîn a Civakî, Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê û Nûnertiya Civaka Sivîl a Ewropayê, îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî amadekariyên du hefteyan, êdî rê ji bo vegera xelkê Efrînê hatiye vekirin.

Endamê Rêveberiya Kombenda Efrîn a Civakî Îbrahîm Heftaro diyar kir, ev pêngav encama peymana 29ê Çileya borî ye ku di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin. Heftaro destnîşan kir, ji bo mîsogerkirina vegereke bi ewle, wan ligel nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên hikûmetê civînên berfireh pêk anîne.

Heftaro got: "Em dixwazin bi hezaran xelkê xwe vegerînin Efrînê, lê ji ber mercên keşûhewayê û ji bo ku koçber rastî zehmetiyan neyên, em ê pêvajoyê beş bi beş (qonax bi qonax) birêve bibin. Di beşa yekem de derdora 400 heta 500 malbat dê vegerin. Ev pêvajo bi hevkariya NY û hikumeta Şamê tê kirin."

Her çend dema tam a birêketina karwanê yekem nehatibe diyarkirin jî, hate gotin ku ew ê "di demeke gelekî nêz de" pêk were.

Rayedaran tekez kirin, ew ê bi baldarî çavdêriya vê pêvajoyê bikin da ku xelkê Efrînê di bin sîwaneke navdewletî û bi ewlehî vegerin ser mal û milkên xwe. 

Hêjayî gotinê ye, Efrîn di 20ê Çileya 2018an de, piştî êrîşa artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve hatibû dagirkirin. Di encama êrîşê de zêdetirî 300 hezar Efrînî bi neçarî koçber bûbûn û beşek ji wan li devera bakurê Helebê di kampan de hatibûn bicihkirin. Di dawiya sala 2024an de jî, dema komên çekdar êrîşî Heleb û devera Şehbayê kiribûn, ew koçber careke din koçberî, Reqa, Kobanê, Qamişlo û Hesekê bûbûn.

Di heyama sala 2025an de, pêla vegera Kurdên Efrînê bo ser warên wan dest pê kiribû û karwanê vegera Kurdan bo Efrînê ranawestiyabû. Li gorî texmînan, heta niha zêdetirî 200 hezar Kurd vegeriyane Efrînê.