Mesrûr Barzanî û Şandeya Parlamentoya Brîtanyayê rewşa azadiya olî nirxand

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî û Şandeya Parlamentoya Brîtanyayê rewşa azadiya olî nirxand

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Sibata 2026an, li Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke Gruba Parlamenterên Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanyayê (APPG) kir.

Ev şandeya ku ji aliyê endamê parlamentoyê Jim Shannon ve dihat birêvebirin, bi taybetî li ser mijara azadiya olî û baweriyê kar dike.

Di hevdîtinê de, şandeya Brîtanî ji ber parastina mafên pêkhateyên cuda û peydakirina jîngeheke aram ji bo azadiya olî, spasiya Herêma Kurdistanê kir. Şandeyê bi taybetî bal kişand ser "çanda pêkvejiyana aştiyane" ya li Kurdistanê û ev yek wekî mînakeke serkeftî ya li herêmê nirxand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di civînê de tekez kir ku parastina mafên hemû pêkhateyan û xurtkirina bingehên azadiya ramanê beşek ji stratejiya sereke ya hikûmetê ye.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê dê her wekî "stargeheke aram" bimîne ji bo hemû ol û baweriyên cuda û ew ê li ser bihêzkirina vê yekitiya nîştimanî berdewam bin.