Grossî û Araqçî li Cenevreyê civiyan

Dîroka Weşanê :
Grossî û Araqçî li Cenevreyê civiyan

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin cem hev.

Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku Îran xwe ji bo gera nû ya danûstandinên nukleerî amade dike ku biryar e roja Sêşemê dest pê bikin.

Grossî piştî civînê diyar kir ku wan li ser mijarên teknîkî nîqaşên berfireh kirine. Armanca vê hevdîtinê ew e ku beriya danûstandinên siyasî yên bi aliyê Amerîkayê re, pirsgirêkên teknîkî yên derbarê tesîsên nukleerî yên Îranê û çavdêriya ajansê werin zelalkirin.

Araqçî û şandeya pê re, vê hevdîtinê wekî pêngaveke giring ji bo nîşandana amadehiya Îranê ya ji bo diyalogê dibînin.