Talîbanê li ser şerekî muhtemel ê Îran-Amerîkayê daxuyanî da

Dîroka Weşanê :
Talîbanê li ser şerekî muhtemel ê Îran-Amerîkayê daxuyanî da

PeyamaKurd - Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku Afganistan amade ye ku di rewşa êrîşeke muhtemel a Amerîkayê li ser Îranê de bi Tehranê re hevkariyê bike ger ji wê were xwestin û îdia kir ku Îran wê ji pevçûnek wisa serketî derkeve.

Zebîhullah Mucahîd ragihand ku Afganistan amade ye ku di rewşa êrîşeke muhtemel a Amerîkayê li ser Îranê de bi Tehranê re hevkariyê bike.

Di hevpeyvînekê de bi servîsa Peştû ya radyoya Îranê roja Yekşemê, Mucahîd diyar kir ku ger êrîşeke wisa çêbibe û Îranê alîkarî xwestibe, rêveberiya Kabîlê wê bi Komara Îslamî re hevkariyê bike.

"Îran wê di êrîşeke muhtemel a Amerîkayê de bi ser bikeve"
Mucahîd di daxuyaniya xwe de îdia kir ku Îran di meha Hezîranê de ji pevçûna bi Îsraîlê re, ku tê gotin 12 rojan dom kiriye, "serkeftî derket". Berdevkê Talîbanê îdia kir ku Îran wê di êrîşa muhtemel a Amerîkayê de jî bi ser bikeve û destnîşan kir ku ew pêşketinên herêmî ji nêz ve dişopînin.