Wezareta Karên Hundir a Iraqê: 3911 karkerên biyanî yên neqanûnî hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Wezareta Karên Hundir a Iraqê: 3911 karkerên biyanî yên neqanûnî hatin girtin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Hundir a Iraqê girtina 3911 karkerên biyanî yên ku qanûnên rûniştinê binpê kirine ragihand.

Di daxuyaniyekê de ji bo medyaya Iraqê, Berdevkê Wezareta Karên Hundir Ebas Behdilî got, "Rêveberiya Karûbarên Niştecîbûnê, bi hevrêziya tîmên polîsan, 3911 kesên ku rêziknameyên rûniştinê binpê kirine girtin."

Berdevkê Wezareta Karên Hundir diyar kir ku piraniya karkerên hatine girtin di destpêkê de bi qanûnî ketine welêt lê paşê mayîna xwe ya qanûnî temam kirine.

Operasyonên Wezareta Karên Hundir beşek ji hewldanên wê yên ji bo rêkxistina karkerên biyanî û pêşîgirtina li mayîna neqanûnî li welêt in.