Mazlûm Ebdî: Rola Kurdên li dîyasporayê di rawestandina êrîşan de dîrokî bû

Dîroka Weşanê :
Mazlûm Ebdî: Rola Kurdên li dîyasporayê di rawestandina êrîşan de dîrokî bû

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî peyamek spasiyê ji Kurdên li dîyasporayê re şand û rola wan di parastina destkeftiyan de wekî "girîng û dîrokî" bi nav kir.

Di peyamek vîdyoyî de ku roja Yekşemê, 15ê Sibata 2026an hate weşandin, Ebdî bal kişand ser xwepêşandan û helwestên dîplomatîk ên Kurdên li dîyasporayê.

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir ku ev çalakiyên ku li welatên cûrbecûr hatine organîzekirin, zextek girîng a navneteweyî afirandine û di rawestandina êrîş û planên li dijî herêmê de bi bandor bûne.

Di peyama xwe de, Mazlûm Ebdî got:

"Em ji bo piştgiriya wan a berdewam spasiya Kurdên li dîyasporayê dikin. Xwepêşandan û helwestên we yên neteweyî rolek diyarker û girîng di rawestandina êrîş û gefên li dijî herêma me de lîstin."

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha tekez kir ku yekîtiya gelê Kurd, hem li hundir û hem jî li derve, planên ku ewlehî û aramiya herêmê hedef digirin têk bir.

Peyama Ebdî piştî wê yekê tê ku bi hezaran Kurd li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vê dawiyê ji bo piştgiriya Rojava derketin kolanan.