PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo piştgiriya wî ya ji bo Rojava û got, "Ev pêvajo destpêka serdemeke nû ji bo gelê Kurd di warê yekîtî û çareseriyeke siyasî de nîşan dide."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di dema Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya li Almanya de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Piştî hevdîtinê, Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û hevdîtin wekî "destpêka serdemeke nû ji bo gelê Kurd di warê yekîtî û çareseriyeke siyasî de" bi nav kir.
Mazlûm Ebdî kêfxweşiya xwe ji hevdîtina li Munchenê anî ziman û bal kişand ser piştgiriya Nêçîrvan Barzanî ji bo gelê Rojava.
Ebdî di posta xwe de wiha got:
"Hevdîtina me bi Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Nêçîrvan Barzanî re li Munchenê kêfxweşiyeke mezin bû. Birêz Nêçîrvan her tim û bi berdewamî piştgirî da gelê me yê li Rojava. Rola wî di pêşxistina diyalogê, kêmkirina aloziyan û misogerkirina aramiyê de hêjayî teqdîr û rêzgirtinê ye. Ev pêvajo destpêka serdemeke nû ji bo gelê Kurd di warê yekîtî û çareseriyeke siyasî de nîşan dide."