PeyamaKurd - Ji bo bicihanîna şertên peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), şandeyeke payebilind ji Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê bi rayedarên HSDê re li parêzgeha Hesekê civiya da ku li ser prosedurên wergirtina rêveberiya Balafirgeha Qamişloyê nîqaş bikin.
Şandeyeke payebilind ji Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê, bi serokatiya Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Parêzgeha Hesekê Merwan Elî û di nav de Rêveberê Rêveberiya Ewlehiyê ya Balafirgeh û Deriyên Sînor Ehmed El-Ehmed jî hebû, roja Yekşemê 8ê Sibata 2026an bi HSDê re civînek li dar xist.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê, rojeva sereke ya civînê nîqaşkirina mekanîzmayên veguhestina rêveberiya Balafirgeha Qamişloyê li parêzgeha Hesekê bo Hikûmeta Sûriyeyê bû. Ev gav temamkerê pêkanîna şertên ku berê di çarçoveya peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatibûn îmzekirin e.
Serokê Desteya Giştî ya Sûriyeyê ya ji bo Firokevaniya Sivîl û Veguhestina Hewayî Omer Hesrî, hûrgiliyên pêvajoya desteserkirina Balafirgeha Qamişlo parve kir, û wê wekî gavek ber bi "serwerî û pêşkeftina sereke" ve bi nav kir.
Hesrî diyar kir ku ev gav ji bo girêdana herêmên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi pergala firîna neteweyî ve xwedî girîngiyeke stratejîk e, û got, "Armanca me ew e ku rêveberiya qada hewayî û balafirgehan di çarçoveyek sazûmanî ya yekane de bikin yek; ev faktorek bingehîn e di bilindkirina asta ewlehiya hewayî de."
Serokê Desteya Firînayê herwiha tekez kir ku xebitandina tevahî ya balafirgehê di bin rêveberiya navendî de wê rolek bi bandor di piştgiriya pêşkeftina aborî û baştirkirina kalîteya xizmetên ku ji niştecihên herêmê re têne pêşkêşkirin de bilîze.
Ev gav di çarçoveya bicîhanîna şertên peymana ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatiye îmzekirin de pêk tên. Biryar hat dayîn ku şande rasterast dest bi prosedurên teknîkî û îdarî bike da ku hemî yekîneyên balafirgehê li gorî standardên neteweyî bigire, çavdêrî bike û bixebitîne.