BCF: 314 barhilgirên alîkariyê gihîştin Rojavayê Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
BCF: 314 barhilgirên alîkariyê gihîştin Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzaniyê rapora xwe ya kar û çalakiyên mirovî li Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Li gorî rapora ku helmetên heta nîvroya doh 1ê Sibatê tê de cih digrin, BCFê kariye karwaneka mezin a alîkariyan, ku ji 314 barhilgiran pêk tê, bigihîne deverên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê û xizmetkariyên xwe biginîe nav dibistan û mizgeftên ku aware lê binecih bûne.

Dabînkirina xwarin û sotemeniyê ji bo lêqewimiyan

Di çarçoveya biavên xwe dabînkirina pêdivîtiyên bingehîn de, tîmên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê kariye 51 hezar û 141 danên xwarinê yên germ amade bikin û li 241 dibistan û 15 mizgeftan li ser awareyan belav bikin.

Herwesa ji bo berhingarbûna sermaya Zivistanê jî, 325 hezar û 582 lîtreyên sotemeniyê (mazot) ji 8 hezar 908 malbatan re hatine dabînkirin, ku li 234 dibistan û 12 mizgeftan hatine binecihkirin.

Herwesa 8 hezar û 899 malbatên din jî alîkariyên cuda cuda yên wekî pêdivîtiyên navmalê û kelûpelên Zivistanê wergirtine.

Xizmetkariyên tenduristiyê û hêza kar

Di warê tenduristiyê de, tîmên bijîşkî yên wê dezgehê li 65 dibistanan xizmetkarî pêşkêş kirine û heta niha pişkinîn û çareseriyên pêdivî ji bo 4 hezar û 854 kes hatine kirin. Ev operasyona mezin a mirovî bi rêya 630 karmend û xebatkarên wê dezgehê tê meşandin, ku li bajar û bajarkên Qamişlo, Dêrik, Hesek, Girkê Legê, Tirbespî, Amûdê û Dirbêsiyê bi rengekê meydanî mijûlî gihandina alîkariyên in.

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê, wekî yek ji rêxistinên mirovî yên pêşeng êndeverê, di demên krîz û karesatan de her tim wekî aliyê yekê yê hawarhatinê diyar dibe. Ev kampanyaya nû ya vê rêxistinê li Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku, dever ji ber şer û aloziyên mezin rûbirûyî pêleka mezin a awarebûnê bûye û jêrxaneya xizmetkariyan bi temamî ji kar ket.

Binecihbûna tîmên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê di nav dibistan û mizgeftan de roleke çarenivîssaz di pêşîgirtina li karesatên mirovî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ji bo bi hezaran malbatên lêqewimî dilîze.