PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Rojavayê Kurdistanê di Remezanê de alîkariyên bo xelkê didomîne.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwarina fitarê çêdikin û li ser koçberê deverên herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê belav dike.
Bi hatina meha Remezanê re li bajarê Dêrikê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi çêkirina xwarina fitarê li ser derbiderên ku li mizgeft û holan dimînin û nikarin xwarinê çêkin, kiriye.
BCF rojane ji bo bêhtirî 500 kesan xwarana germ belav dike.
Li Girkê Legê jî Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li ser 224 malbatan belav kir ku ji selikên xwarinê, alîkariyên tenduristî, pêdiviyên paqijkirinê û xwarinên zarokan pêk dihat.