Bi serokatiya Mesûd Barzanî Komîteya Navendî ya PDKyê li Pîrmamê civiya

Dîroka Weşanê :
Bi serokatiya Mesûd Barzanî Komîteya Navendî ya PDKyê li Pîrmamê civiya

PeyamaKurd – Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li Pîrmamê di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de dest bi civîna xwe kir. Ev kombûn xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku ev yekem civîna Komîteya Navendî ye ku piştî lidarxistina hilbijartinên 6emîn ên Parlamentoya Kurdistanê pêk tê.

Berpirsê Şaxa Silêmaniyê ya PDKyê Arî Hersîn derbarê naveroka civînê de agahî dan û diyar kir ku rojeva sereke ya civînê, pêvajoya avakirina Kabîneya 10emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ne. Di heman demê de, wê plan û stratejiyên partiyê yên ji bo sala 2025an jî bi hûrgulî werin nirxandin.

Ev civîna bilind a PDKyê, piştî hevdîtina roja Sêşemê ya di navbera şandên PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de tê lidarxistin. Ew civîn di atmosfereke erênî de derbas bûbû û aliyan biryar dabûn ku hevdîtinên xwe bidomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hilbijartinên dawî yên 20ê Cotmeha 2024an de, PDK bi bidestxistina 39 kursiyan bûbû partiya yekem û YNKyê jî 23 kursî bi dest xistibûn.