CENTCOMê peyameke nû ji Şam û HSDê re şand!

Dîroka Weşanê :
CENTCOMê peyameke nû ji Şam û HSDê re şand!

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê rewşa li Helebê de daxuyaniyek weşand û bang li hemû aliyan kir ku "vegerin ser maseya danûstandinan û xweragir bin."

CENTCOMê diyar kir ku ew pêşketinên li Heleb û derdora wê bi baldarî dişopîne û ji hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojava xwest ku "ji kiryarên ku wê aloziyê zêde bikin dûr bisekinin û parastina sivîlan û binesaziya hesas bidin pêşiyê."

Di daxuyaniyê de, ku ji hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) re hatiye şandin, wiha hatiye gotin: "Em berdewam bang li hemû aliyên têkildar dikin ku bi niyeteke baş vegerin ser maseya danûstandinan û bi rêya diyalogê çareseriyeke dîplomatîk a domdar bigerin."

"Em berdewam bang li hemû aktoran dikin ku bi niyeteke baş vegerin ser maseya danûstandinan."

Daxuyanî ji hêla Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper ve hatiye îmzekirin.

Daxuyaniyê ev tişt dihewîne:

"Em pêşketinên li Heleb û derdora wê bi baldarî dişopînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe bi awayekî herî zêde ragirin, xwe ji kiryarên ku dikarin aloziyê bêtir zêde bikin dûr bigirin û parastina sivîlan û binesaziya krîtîk bidin pêşiyê.

Em herwiha bang li hemû aktorên têkildar dikin ku bi niyeta baş vegerin ser maseya danûstandinan û bi rêya diyalogê çareseriyek dîplomatîk a mayînde bigerin.

Wekî ku min berê jî diyar kiriye, Sûriyeyek ku bi xwe û cîranên xwe re di aştiyê de ye dikare bibe sedema Rojhilata Navîn a aramtir û geştir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Sûriye xwedî berjewendiyek hevpar in di parastina aştî û aramiyê li seranserê herêmê."