PeyamaKurd- Kompaniyên Dana Gas û Crescent Petroleum ên li Herêma Kurdistanê kar dikin, bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 milyon dolarên Amerîkî pêşkêşî malbatên ziyandîtiyên lehiya Çemçemalê kir.
Berdevkê Kompaniya Dana Gasê Şakir Wacid Şakir îro Duşemê ragihand, di rojên borî de qezaya Çemçemalê rûbirûyî pêleke dijwar a baranê û lehiyan bû ku zirarên madî yên giran gihandine mal, dezgeh û cihên bazirganî ku mixabin bûye sedema mirina hejmareke welatiyan jî.
Wacid Şakir got, bi hestkirina berpirsiyariya mirovî û neteweyî, herdu şîrketên Dana Gas û Crescent Petroleum di çarçoveya “Hevpeymaniya Pearl Petroleum”ê de, bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî pêşengî kir, ji bo pêşkêşkirina alîkariyeke darayî bi nirxê du milyon dolarên Amerîkayî wekî piştevaniyek ji bo malbatên zirardîtî.
Dana Gas û Crescent Petroleumê pabendbûna xwe bi piştgirî û alîkariya zirardîtiyan tekez kir û diyar kirin, karkirina li kêleka hemû aliyên pêwendîdar û rawestana li kêleka şêniyên qezaya Çemçemalê ji bo derbaskirina vê êşê û kêmkirina bandora wê, da ku bikarin hêviyê ji bo jiyana wan vegerînin û vê krîza mirovî ya dijwar kontrol bikin.