PeyamaKurd – Serokê Sûriyê bi rêya telefonê bi Serok Mesûd Barzanî re axivî û tekez kir ku hemû mafên neteweyî û siyasî yên gelê Kurd li Sûriyê wê bên parastin.
Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyê ve roja Sêşemê, 20ê Çile hatiye dayîn, Serokê Sûriyê Ehmed Şera bi rêya telefonê bi Serok Mesûd Barzanî re axivî.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku di axaftinê de pêşketinên dawî yên li herêmê û rêbazên xurtkirina aramî û ewlehiyê hatine nîqaşkirin.
Daxuyaniya Serokatiya Sûriyê got, "Serok Ehmed Şera piştrast kir ku hemû mafên Kurdan, tevî mafên neteweyî, siyasî û sivîl, wê bên parastin."
Serokatiya Sûriyê herwiha destnîşan kir ku "Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo peymana dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) de anî ziman."
Daxuyaniyê destnîşan kir ku "her du alî li hev kirin ku hevrêzî û şêwirmendiya hevbeş bidomînin da ku aştî û ewlehî li herêmê misoger bikin û nakokiyan bi awayekî ku ji bo her kesî sûdmend be çareser bikin."