PeyamaKurd – Endama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Emîna Zikrî, di Konferansa Yekem a Federasyona Jinên Kurd ên li Diyasporayê de ku li Almanyayê pêk hat, peyamên girîng dan. Zikriyê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd kir ku li Parlamentoya Iraqê di bin sîwana fraksiyoneke yekgirtî de tevbigerin û got ku parçebûn zirarê dide pêgeha Kurdan.
Zikriyê di axaftina xwe de destnîşan kir ku dibe ku li Parlamentoya Kurdistanê nakokî û nêrînên cûda hebin, lê li Bexdayê pêwîst e gelê Kurdistanê bi yek dengî biaxive da ku bandora wan a siyasî xurt bibe.
Herwiha Zikriyê rola jinên diyasporayê wekî hêzeke lobiyê ya girîng pênase kir û diyar kir ku ew nûnerên çand û doza Kurdistanê ne. Derbarê peywendiyên navxweyî de jî, Endama Polîtburoya PDKyê tekez kir ku ji bilî diyalogê tu rêyeke din a çareseriyê nîne û divê berjewendiyên nîştimanî li pêşiya berjewendiyên partiyî bin.