Fermandarê HSDê serdana Şêx Meqsûdê kir

Dîroka Weşanê :
Fermandarê HSDê serdana Şêx Meqsûdê kir

PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmûd Elî yê bi nasnav Siyamend Efrîn ku niha Fermandarê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ye, di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de serdana taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê û bajarê Reqayê kir.

Hate zanîn ku îro 23yê Sibatê Siyamend Efrîn serdana Şêx Meqsûdê jî kiriye ku ji 6ê meha çileyê û heta 10 wê mehê şerekî dijwar di navbera Asayîşê û hêzên Hikûemta Veguhêz de rû dabû.

Heta niha hejmarek ji welatiyên taxa Şêx meqsûdê li Hesekê koçber in û hewl hene ku werin vegerandin.

Hêjayî gotinê ye, doh jî Siyamend Efrîn serdana bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Siyamend Efrîn serdana bajarê Reqayê jî kiribû û li gel parêzgerê Reqayê Ebdûlrehman Selamê civiyabû.